ENCAMNAMEYA KONFERANSA ZIMANÊ KURDÎ


02:59 03.07.2026

ENCAMNAMEYA KONFERANSA ZIMANÊ KURDÎ

           

Di 27 û 28’ê Hezîrana 2026’an de li Amedê li eywana konferansan a ÇandAmedê bi hevkariya Saziyên Zimanê Kurdî yên Demokratîk bi şiyara; “Ji Statuyê Heta Perwerdehiyê; Çarçoveyeke Nû Ji Bo Muzakereyê KONFERANSA ZIMANÊ KURDÎ pêk hat. Konferansa Zimanê Kurdî gelek nivîskar, akademisyen, siyasetmedar, hiqûqnas, mamoste û aktivîstên zimanê Kurdî yên di van mijaran de serwext û di heman demê de nûnerên sazî û dezgehên sivîl/civakî yên demokratîk, partiyên siyasî û saziyên pîşeyî anîn gel hev. Armanca bingehîn a konferansa me ew bû ku li ser statuya hiqûqî ya kurdî, siyaset û polîtîkayên zimên, perwerdehiya bi zimanê dayikê, rol û rista civakî û stratejiyên pêşeroja zimanê Kurdî, di navbera akademî, siyaset û saziyên civaka sivîl de bingeha muzakere û hevkariyê biafirîne. Konferans du rojan domiya û ji heft danişînan pêk hat. Di her daniştînê de serenavên cuda hatin nîqaşkirin. Her serenav bi pirs û pirsgirêkên xwe ve hat nirxandin, tehlîlên çareseriya pirsgirêka civakî ya zimanî û perwerdeyê hatin kirin û di encamê de tesbîtên girîng hatin kirin. Pirsgirêkên heyî hatin dahûrandin û pêşniyazên çareseriyê yên şênber derketin pêş.

Di her du rojên konferansê de ji dehan sazî û dezgehên demokratîk 550 delege tevlî bûn. 19 panelîstan bi mijarên cuda gotarên xwe pêşkêş kirin. Di Konferansa Zimanê Kurdî de li ser mijarên wek;

- Statuya hiqûqî ya Kurdî, rewşa heyî û perspektîfên pêşerojê,

- Zimanê dayikê û perwerdeya bi pirzimanî û pirzaravayî, stratejî û zehmetiyên wê

- Di parastina hişmendiya zimên de rol û rista çand, huner û medyayê

- Bi tevlîbûna civaka sivîl tecrubeyên xurtkirina Kurdî (Di berbelavkirina zimanê Kurdî de tevlîbûna însiyatîfên sivîl)

- Di navbera nifşan de veguhastina Kurdî û stratejiyên domdariyê

- Stratejî û polîtîkayên partî û rêveberiyên xwecihî yên zimanî

- Stratejî û polîtîkayên zimanê Kurdî (Plansaziya sazûmaniya zimên),

 

muzakere hatin kirin û biryar hatin dayîn.

 

Di konferansa me de girîngiya ziman a ji bo gel, civak û neteweyan hat nirxandin. Hat destnîşankirin ku ziman bi tenê amûreke ragihandinê nîn e. Ziman mirovan dike mirov, gel û neteweyan dike xwedî nasname. Ziman, bîra mezin a civakekê ye. Mijara hebûn û nebûnê ye. Hêmana xweavakirina civakê ye. Stûna bingehîn a netewebûnê ye. Ji bo gelê Kurd mifteya statuya siyasî, xwebûn û azadiyê ye.  Ziman mîrateyeke zindî ye ku bîra dîrokî, nirxên çandî û kevneşopiyan ji rabirdûyê hildigire û radestî siberojê dike, bi vî awayî jiyanê bi wate dike û berdewamiya wê misoger dike.

Gelê Kurd li dijî pêla bişaftinê berxwedana dîrokî nîşan daye û xwediyê wê hêz, vîn û şiyanê ye ku vê pêlê daxe.

Konferansa Zimanê Kurdî bi vî hiş û vê bîra zimanî li gorî armancên xwe pêk hat. Ji bo xebatên zimanê Kurdî pîvan hatin diyarkirin ku ev pîvan dê bibin bingeha bilindkirina prestîja zimanê Kurdî.  Bikaranîna zimanê Kurdî, wek pîvaneke jêneger a welatparêziya Kurd hat destnîşankirin. Kurdî wekî pîvaneke temsîla siyasî ya gelê Kurd û rêveberiya jîngehên Kurdî hat pênasekirin.

Konferansa me ji bo kar û barên ziman vîzyonek diyar kiriye. Bingeha vê vîzyonê ev e; dê xebatên ji bo ziman ji çarçoveya parastinê derkevin. Bipêşxistin û berbelavkirina Kurdî wek hewldaneke avakar a jiyana neteweyî û demokratîk dê were dîtin. Konferansa me destnîşan kir ku parastin, berbelavkirin û pêşvebirina zimanê Kurdî bi rêya statu, perwerdehiya bi zimanê dayikê û veguhastina zimên a navnifşî pêk tê. Bi taybetî ji bo veguhastina zimên a nav nifşan, geşkirin, jiyandin û civakîkirina zimanê Kurdî derfetên pêwîst hatin destnîşankirin. Ev, wek avakirina dibistanên xweser, dibistanên online, dibistanên gerok, pêşdibistan, akademî û weqfên zimên û hwd hatine binavkirin.

Konferansa me hewldanên rêveberiyên xwecihî yên ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî erênî dîtiye û piştgiriya xwe ji bo vê hewldanê aniye ziman. 

Konferansa me parastin, bipêşxistin û belavkirina zimanê Kurdî wek mîsyoneke neteweyî pênase kiriye. Li gel saziyên ziman, hemû dînamîkên tevgera Kurdî wek kirdeyên vê mîsyonê hatine diyarkirin. Li gor vê, dê hemû sazî, dezgeh, platform û derdorên welatparêz bi awayekî şênber, plansazî û bernameyên xwe yên salane yên di derbarê zimanê Kurdî de diyar bikin. Raporên xwe yên xebatên ziman bi raya giştî re parve bikin.

Ji bo şopandina biryarên ku hatine dayîn û xurtkirina xebatên zimanê Kurdî dê mekanîzmayek were sazkirin.

Konferansa me statuya Kurdî wek pîvana sereke ya çareseriya demokratîk pênase kiriye. Mifteya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi kilîla statuya zimanê Kurdî dikare were vekirin. Ji bo vê, konferansa me daxwaza rakirina astengiyên li pêşiya statuya zimanê Kurdî kiriye. Avakirina hiqûqa zimanê Kurdî ji bo gelê Kurd mijara sereke ye.

Muzakere ji bo avakirina statuya Kurdî û ji bo jiyandina Kurdî têgeha herî girîng e. Dê gelê Kurd ji bo parastin, bipêşxistin û berbelavkirina Kurdî, yekîtiya herî berfireh pêk bîne.  Ji bo vê jî muzakereyeke navxweyî bike, gavên pêwîst ji bo zimanê xwe bavêje. Biryarên ku di encama van nîqaş û nirxandinan derketin  ev in;

 

 

1.      Em azadiya Birêz Abdullah Ocalan û têkoşîna ziman ji hev cuda nakin. Têkoşîna parastin, bipêşxistin û berbelavkirina Kurdî wek parçeyekî têkoşîna pêkanîna azadiya fizîkî ya Birêz Abdullah Ocalan dibînin.

2.      Bikaranîna zimanê Kurdî pîvana temsîla siyasî ya gele Kurd e, kî bixwaze gelê Kurd temsîl bike û jîngehên Kurdan bi rê ve bibe, divê bi Kurdî bizanibe.

3.      Hefteya 15’ê Gulanê (Cejna Zimanê Kurdî) dê wek festîval were pîrozkirin. Di vê hefteyê de ji bilî rewşên awarte tu bernameyên ku bikevin pêşiya 15’ê Gulanê dê neyên lidarxistin.

4.      Ji bo bipêşxistin û zindîkirina ziman dê ji du salan carekê konferansek bê lidarxistin.

5.      Ji bo ku saziyên ziman di bin banekî de xebatên hevpar bimeşînin dê Komîna Saziyên Zimanê Kurdî were avakirin.

6.      Ji bo ku zimanê Kurdî li Kurdistanê bibe zimanê yekemîn hemû nivîsên saziyên Kurdan dê bi Kurdî werin amadekirin. Heke pêwîst be, ji bo zimanên din bên wergerandin.

7.      Ji bo sazûmanî û domdariya kar û barên gelnasiyê (folklor) dê bi hevkariya rêveberiyên xwecihî plan bên sazkirin.

8.      Hemû sazî û dezgehên welatparêz dê ji bo xebatên ziman ji budçeya xwe parekê ji bo xebatên ziman veqetînin.

9.      Dê hemû sazî ji bo xebatkarên xwe yên ku nizanin bi Kurdî biaxivin, bixwînin û binivîsin, li gor astên wan ên zanîna ziman kargehên hîndekariya Kurdî li dar bixin.

10.  Dê malperên fermî yên saziyan, hesabên wan ên medyaya dîjîtal û daxuyaniyên wan ên çapemeniyê pêşiyê bi Kurdî werin amadekirin. Heke pêwîst be ji bo zimanên din bên wergerandin.

11.  Ji bo avakirina dibistaneke online xebat were destpêkirin.

12.  Dê ji bo Kurdîkirina peyzaja bajêr (navên sazî, dezgeh, kuçe, kolan, park û hwd.) xebat were kirin.

13.  Ji bo meşandina xebatên hevpar û hevgirtî yên zimanê Kurdî dê bi hemû derdorên ku ji bo Kurdî dixebitin re hewldanek were destpêkirin.

14.  Konferansa Zimanê Kurdî biryarên ku di Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya ku di 8 û 9’ê Hezîrana 2026’an de ji bo zimanê Kurdî dabûn erênî dibîne û piştgiriya xwe diyar dike.

15.  Zaravayê Kurdî yê Kirmanckî/Zazakî bi xetereya wendabûnê re rû bi rû ye, ji bo ku careke din bibe zimanê jiyanê dê xebatên plankirî werin meşandin. Di vê çarçoveyê de saziyeke xweser (Weqf an jî Akademî) were damezirandin.

16.  Konferansa Zimanê Kurdî pêşniyaz dike ku kanaleke televîzyonê ya çandî û kanaleke Kirmanckî/Zazakî ya xweser bên vekirin.

Hemû biryarên Konferansa Zimanê Kurdî bi yekdengiya delegasyonê hatin dayîn.

 

 

Em ji bo mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo piştgirî û piştevaniya Şaredariya Peyasê û Şaredariya Farqînê spasdar in.

Konferansa me spasiyên xwe pêşkêşî Komîsyona Amadekar a Konferansê ya ku ji nûnerên saziyên ziman, saziyên çapemeniyê, saziyên çandê, kedê, rêveberiyên xwecihî, saziyên hiqûqê, û TJA’yê pêk dihat û bi aheng û kedeke mezin xebitî, dike.

Her wiha em spasiya xwe ji bo hemû delegeyên Konferansê yên ku bi coş, sebr, biryardarî û baldarî beşdar bûn, pêşkêş dikin.

KONFERANSA ZIMANÊ KURDÎ

03/07/2026