Weşan 2 deqîqe xwendin

REWŞA ZIMANÊ KURDÎ

Cîhana folklorik ya kurdî pir dewlemend e. Pir birêk û pêk e. Ev nayê wateya ku li pêşiya wî xetera bişaftinê tuneye. Li pêşiya wî astengiyên cidî hene.

REWŞA ZIMANÊ KURDÎ

REWŞA ZIMANÊ KURDÎ

Cîhana folklorik ya kurdî pir dewlemend e. Pir birêk û pêk e. Ev nayê wateya ku li pêşiya wî xetera bişaftinê tuneye.  Li pêşiya wî  astengiyên cidî hene.

Kurdî, wek bîrdozî, siyasî biçûk hatiye dîtin. Siyaseta kurd, bi vê helwestê, qada xwe ya rewa/meşru teng kiriye.

Divê, xwedîlêderketina îdarî û siyasî ya çand û zimanê kurdî bibe peywira/misyona bingehîn ya siyaseta kurd. Ji ber ku, li hemberî çand û zimanê kurdî, siyaseta kurd heta niha, siyaseteke xerab bi rêve birine, di navbera siyaseta kurd û çand û zimanê kurdî de pirsgirêkên cidî afirandine. Çand û zimanê kurdî bisalan ihmal kirine û bi tena sere xwe hiştine.

Ji ber ku, çapemenî, medya û daxwiyaniyên xwe bitirkî didin, mixabin kurdî, di qada giştî de ji itibara xwe hatiye xistin.

Hinek ziman û zarava hene, dema meriv li paşeroja wan, li dîroka wan, dinêre, nexwedî wêjeyeke dewlemend bûn, ji wan re derfetên siyasî û civakî hatin afirandin, di nava şaristaniyê de cih girtin û bûn xwedî mîsyoneke pir girîng. Meriv dikare tirkî jî di nava vê kategoriye de binirxîne. Norwecî, makedonî  jî wusa ne..

Hin ziman jî hene, dema meriv li dîroka wan dinerin, di serdema xwe de, rol û risteke çandî, rol û risteke medenî, şarezahî ya girîng listine lê îro em dinerin, ji ber bêderfetiyên siyasî, ji naverastê rabûne. Êdî tunene. Mînak: Awestayî, latînî û hwd..