Weşan 2 deqîqe xwendin

POLÎTÎKAYÊN DEWLETÊ YA LI HEMBERÎ ÇAND Û ZIMANÊ KURDÎ

Polîtikayên bişavtinê yê dewletê mixabin bêynavber didome. Dewlet xwe li ser esasê nijadperestiyê, ava kiriye. Pêşî li perwerdehiya bi zimanê kurdî girtiye. Kurd bi nasnameya xwe, bi ziman û çanda xwe di nava qada civakê nehişt cihê xwe bigire.

POLÎTÎKAYÊN DEWLETÊ YA LI HEMBERÎ ÇAND Û ZIMANÊ KURDÎ

Polîtikayên bişavtinê yê dewletê mixabin bêynavber didome.  Dewlet xwe li ser esasê nijadperestiyê,  ava kiriye.

Pêşî li perwerdehiya bi zimanê kurdî girtiye.

Kurd bi nasnameya xwe, bi ziman û çanda xwe di nava qada civakê nehişt cihê xwe bigire.

Zimanê me li ber me reş kirin.

Biçûk xistin.

Ji nivisîn û xwendinê re qedexe kirin.

Ji bo pêşketina wî astengiya derxistin.

Niha dibêjin, zimanê te ne zimanekî kêrhati ye.

Ne zimanekî perwerdehiyê ye.

Ne li gorî nirxên gerdûniyê ye.

Ne zimanê helbestê ye. Ne zimanê wêjeyê ( edebiyatê) ye. Ne zimanê şaristaniyê ye. Û hwd..

Ev helwest û nêzikatiyeke bêehlaqi ye. Durûti ye. Bêwijdanî ye…

ç guh medin wan virran..

Zimanê Kurdî zimanê helbestê ye, zimanê xeberoşk û çîrokan e, yê destanê ye, yê evîn û evîndariyê ye. Ji stranên xwe, ji xeberojkên xwe, ji çîrokên xwe bêpar nemînin. Ji zimanê xwe, ji çanda xwe şerm nekin, jê nerevin, xwe biçûk nebînin. Ziman û çanda me dewlemend e. Zimanekî delal e

Kurdî zimanekî balkêş e, şeng e, bi harmoni ye, hêsan e, dewlemend e, nemonoton e, hîmbûna wî hêsan e, zimanekî bandorker e.”

 

Celadet Alî Bedixan dibêje: “ Ez bi 8 zimanan dizanim. Ez zimanê xwe jî baş dizanim. Min ew rûqalê heşt zimanan kiriye. Min ew daniye ber heşt zimanan. Kurdî bi her awayê xwe, ji wan kêm nîne. Zimanê me dewlemend e.”

Perwerdehiya bi zimanê dayikê daxwaza sereke yên Kurdan be.

 Êdî hûn her yek têkoşerên çand û zimanên xwe ne.

Dibistan belge dide, jiyan ders dide. Divê em zimanê xwe di jiyana xwe de paşguh mekin. SERKEFTIN Jİ BO WE!