Med-Der (Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandî Ya Mezopotamya)
Li ser pêwistiya ciwaka kurd di 21ê Mijdara 2017an de, hate damezrandin.
Armanca Med Derê, wek hemû sazî û dezgehên zimên, li ser ziman û çanda kurdî lêkolîn û lêgerînên zanistî bike,
Li ser têgehên elfabe, axaftin, nivisîn, vegotin û rêzimana kurdî hûr/qît bibin, bi xebatên atolyeyan û hin xebatên din, bi şêwazeke zanista pozîtîf rastnivisîn û etîmolojiya zimanê kurdî zelal bike,
Ziman û çanda kurdî ku di bin gef, zixt û zoriya bişaftin û xwebişaftinê de û roj bi roj ber bi tunebûnê ve diçe, li hemberê wî têbikoşê û wî biparêze.
Hemû zaravayên kurdî wek hev esas bigire, bi pêş bixe û biparêze.
Di vî warî de bi sazî û dezgeyên demokratik, bi rêxistinên sivîl re xebatên hevpar bimeşînin herwiha di qada çand û zimên de hişmendiya neteweyî pêşve bixin.
Xebatên xwe wek panel, seminer, komcivîn, bernameyên telewîzyonan, daxwiyaniyên çapemeniyê, belavok, afiş, pankart û hwd. Dimeşîne.
Xebatên xwe bi proje û kampanyayan jî dike.