Serûpel 2 deqîqe xwendin

Em Kî Ne?

Bi navê wê yê vekirî, “Komeleya Lêkolinên Çand û Zimanên Mezopotamyayê” Bi kurtasî Med-Der, navê wê yê fermî Med Kultur, li ser pêdiviyên çand û zimanê kurdî, di 21’ê Mijdara 2017’an de li Amedê, bi pesendkirina walîtiyê, bi şêweyeke fermî hatiye damezrandin.

Navend Amed e. Şaxên wê tune.

Armanca Med Derê, di erdnîgariya ku piranî kurd tê de dijîn ku jê re Mezopotamya jî tê gotin, di derbarê, çand û zimanên wan ku hêj zindî ne lê bi asîmîlasyoneke xedar rû bi rû ye, di kada sosyolojîk û dîrokî de, bi awayeke zanistî lêkolin dike.

Wek etnografya ku zanista gel, dîrok û wêjeya çand û zimên, bi kurtasî mîrateya sosyolojîk ya vî gelî, lê dikole.

Encamên ku bi dest dixe, bi şêweyeke nivîskî, dîtbarî, bihîstwarî û hwd. raberî rayagiştî dike.

Komele herwiha, bi sazî û dezgehên li welêt û li derveyê welêt ku kar û xebatên bi vê armancê bi rê ve dibin wek akademî, waqif, enstîtû û komeleyan re têkilî datînin, konferans, panel û sepozyumên hevpar li dar dixin.

Ji bilî van xebatan komele, li gor rewşa civakî ji bo hişmendiya zimanê kurdî di nav hin kar û xebatên hevpar de cih digire.

Her çiqas, li gorî zagona bingehîn a tirkiyê, herkesî/ê ku hemwelatî ye, tirk e û zimanê fermî tirkî ye jî gelek kesên ku li tirkiyeyê dijîn ne tirk in û bi zimanê cihê diaxifin. tê zanîn ku, li gorî daneyên fermî, li tirkiyê, 52 ziman û zarava hebûn. ji wan zimanan yek jî zimanê kurdî ye. li Tirkiyeyê, ji sisiyan yek ( ) serjimar kurd in. Kurd tune hatine hesibandin, zimanê wan hatiye qedexe kirin û bi bişavtin û xwebişaftinê rû bi rû hatiye hiştin.

Ji bo ku pêşî li bişaftin û xwebişaftinê were girtin, pêwistî bi parastinekê hebû. komele hewil dide pêşengiya vê parastinê bike û têbikoşe.

Med Der, mafên çand û zimên ên gelên li Mezopotayayê dijîn, diparêze. ji bo, pêşî li wendabûna hafiza çand û zimanê kurdî û zaravayên wê, were girtin, têdikoşe.

Armanca sereke ya komelê, parastin, pêşvebirin û hîndekariya zimanê kurdî û zaravayên wî ne. di heman demê de, xebatên hişmendiya civaka demokratîk, ekolojîk, azadiya zayendî û hînkirina zimên esas digire.